Sûriye ji ber penaberbûna zana û pisporan dinale

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê Sûriyeyê ji sedî 80ê bijîşkan û ji sedî 50ê endazyaran penaber bûne.

Şerê navxwe yê Sûriyeyê ku ji sala 2011an ve berdewam dike wisa kiriye ku xelk ji welatê xwe derkeve û li welatên cîran û Ewropayê belav bibe.

Li gorî amarên Hikûmeta Sûriyeyê ji sedî 80ê bijîşkan û ji sedî 50yê endezyar û mamosteyên zanîngehan biçin welat din.

Tenê li Almanyayê 5 hezar doktorên Sûriyeyî hene.

13 salên şerê navxwe û rewşa aborî ya xirab li Sûriyeyê bûne sedema penaberbûna hejmareke zêde ya ciwan, zana û pisporan.

Welatiyê ji Sûriyeyê yê bi navê Yûsif Ebdullah behsa rojên beriya şerê Sûriyeyê kir û got:

"Dema ez zarok bûm min li vê derê avjenî dikir.

Me li wê stadê futbol dilîst.

Bi baweriya min stada futbolê, stadeke biçûk e.

Min tevî pismam û cîranên xwe û her kesî li vir dilîst, me ji hilatina rojê heta avabûna wê her dilîst."

Nakokiyên berdewam, nebûna ewlehiyê û dûrketina asoya çareseriyê rê li ber hêviya ciwanên Sûriyeyê girtiye.

Bi taybetî ciwanên Sûriyeyê bi salan e wekî pêlan berê xwe didin rêyên penaberiyê.

“Xelk ji ber şert û mercên aborî penaber dibe”

Her wiha Yûsif Ebdullah bi destên xwe Idlib îşaret kir û axivî:

"Ew der Idlib e, ha li wê derê ye. Heta ti artêş jî li wê derê nînin, tenê xelk e.

Rewş xemgîn e, gelek zarok, jin û kesên bê tawan hatine kuştin.

Karesat li wir çêbû, xelkê wekî me bê tawan li wê derê dijiyan û ji nişka ve mûşek li wan ketin, karesat qewimî, ez li malê asê mam, rewş metirsîdar bû.

Ji 2016an ve û heta niha ev berdewam e.

Bi rastî şert û mercên aborî sedema serekî ya penaberbûna xelkê ye."

Li gorî Hikûmeta Sûriyêyê heta niha ji ber şerê navxwe û rewşa aborî ya xirab ji sedî 80ê bijîşkan û ji sedî 50ê endazyar, pîşekar, pispor û mamostayên zanîngehan bûne penaber.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) sala 2022yan herî kêm 134 hezar û 885 penaber gihiştin Ewropayê û 2 hezar û 257 kes jî di rê de mirine.

Sala 2023yan 292 hezar û 985 penaber derbasî Ewropayê bûne û 4 hezar û 114 kes jî mirine.

Li gorî IOMê sala 2024an hejmara herî zêde ya penaberên çûne Ewropayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne.

Her wiha ji destpêka sala 2024an ve 27 hezar û 201 penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çûne Ewropayê.