Balafirên şer ên Tirkiyê derbasî qada asmanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand îro di navbera saet 10.00 û 12.00an de li qada esmanî ya Rojavayê Kurdistanê du balafirên şer ên F-16 yên Tirkyê firiyan.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku 2 balafirên şer li qada asmanî ya Rojavayê Kurdistanê firiyane.

Li gor heman daxuyaniya ku li ser hesaba fermî ya Twîtterê ya wê wezaretê hatiye belavkirin, îro 2 firokeyên F-16 li qada asmanî ya Rojavayê Kurdistanê erka xwe pêkanîne.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya li ser hesabê Twitterê de wiha hat gotin: "Ji Herekata Biryardariyê ya Sirûştî îro di navbera 10.00 û 12.00an de li qada asmanî ya Sûriyeyê li rojhilatê Feratê du F-16 firiyan.”

Herwiha  duh Sêşema 23yê Îlonê jî du balafirên şer ên Tirkiyê li qada asmanî ya Sûriyê firiyan.