Hizbulah: Qonaxa ewil a êrişan qediya

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulahê ragihand ku wan 320 mûşek berdane Îsraîlê û qonaxa ewil a êrişên wan xelas bûye.

Hizbulahê gotibû ku wan ji bo tola Fuad Şukir dest bi êrişê kiriye û gelek mûşek berdabûn axa Îsraîlê.

Hizbulahê bi daxuyaniyeke nû eşkere kir ku wan bi tevahî 320 mûşek berdane axa Îsraîlê û gava yekem a êrişên wan qediyaye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qonaxa ewil bi alîkariya Xwedê bi awayekî serkeftî temam bû.”

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê, bi 320 mûşekên Katyuşa baregehên Îsraîlê yên li Celîle û Girên Colanê kirine hedef.

Her wiha hat destnîşankirin ku dê hemû hurgiliyên êrişê paşê ragihînin.

Êrişên her du aliyan

Hizbulahê ragihand ku wan ji bo tola Fuad Şukir dest bi êrişê kiriye û Îsraîlê jî êrişî başûrê Libnanê kiribû.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî daxuyand ku Hizbulah xwe amade dike êrişeke berfireh bibe ser axa wan û wan jî dest bi êrişa “rêlibergirtinê kiriye.”

Hizbulahê dawiya meha tîrmehê ragihandibû ku fermandarê wan Fuad Şukir di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin û ji wê demê ve gefên tolhildanê dixwe.