Îsraîl û Hizbulah êrişî hev dikin!

25-08-2024
Nîşan Îsraîl Hizbulah Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulahê ragihand ku wan ji bo tola Fuad Şukir dest bi êrişê kiriye û Îsraîl jî êrişî başûrê Libnanê dike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari daxuyand ku Hizbulah xwe amade dike êrişeke berfireh bibe ser axa wan.

"Mûşek û roket berdan axa Îsraîlê"

Daniel Hagari her wiha diyar kir ku wan jî dest bi êrişa xwe ya ser başûrê Libnanê kiriye û got:

“Kêlîka din ji axa Libnanê mûşek û roket berdan axa Îsraîlê, piştî vê yekê naqosên alarmê hatin çalakkirin.”

Daniel Hagari destnîşan kir ku Hizbulah xwe ji bo êrişeke mezin amade dike û wan jî ji bo bersivdayînê dest bi êrişên xwe yên li ser hedefên Hizbulahê kiriye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê bangî Libnaniyên ku li başûrê Çemê Lîtaniyê dijîn kir ku ji wan deran derkevin û got, “Îsraîlê dê hemû gefên li ser xwe ji holê rake.”

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî 40 hedefên li başûrê Libnanê kiriye.

Hizbulahê şeva borî gotibû wan bi 2 dronan êrişî herêmên leşkerî yên Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê kiriye.

Hizbulahê bi daxuyaniyeke din jî eşkere kiribû ku wan li din xalên din ên li nav axa Îsraîlê jî kirine hedef.

Hizbulahê dawiya meha tîrmehê ragihandibû ku fermandarê wan Fuad Şukir di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin û ji wê demê ve gefên tolhildanê dixwe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst