Berdevkê AK Partiyê li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê axivî!

25-06-2024
Nîşan Hilbijartin Rojavayê Kurdistanê AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê got ku ew bi awayekî tund li dijî hilbijartinên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê ne.

Omer Çelîk dema civîna rêveberiya AK Partiyê dihat kirin, civîneke medyayî kir û derbarê hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê axivî.

Omer Çelîk got ku ew bi ti awayî qebûl nakin li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin bên kirin û ev yek ji bo ewlehiya wan a neteweyî gef e.

“Helwesta me ya tund û zelal berdewam bike”

Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê anî zimên ku ew xwediyên helwesta xwe ya berê ne û got:

“YPG û PYD dixwazin hilbijartinên xwecihî bikin. Em bi tundî li dijî vê yekê derketin.

Em dibînin ku hîn jî ji bo kirina van hilbijartinên ku hatibûn bipaşxistin hinek xebat hene.

Ez dixwazim bînim ziman ku dê li hemberî wan, helwesta me ya tund û zelal berdewam bike.”

“Dê demildest bersiva wê bê dayîn”

Berdevkê AK Partiyê îdia kir ku hilbijartin tên wateya avakirina dewletê û li pey çû:

“Li wê derê ji bo avakirina dewleta terorê, teroristanekê rêbazek tê bikaranîn.

Ez dixwazim bibêjim ku ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dibe ku ev bibe sedema mezinbûna aloziya li herêmê, şerê etnîkî û mezhebî.

Di heman demê de dê li dijî yekparçeyiya axa Sûriyeyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê wekî gefekê bê nirxandin û dê demildest bersiva wê bê dayîn.”

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî agahiyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Lê Rêveberiya Xweser ragihand ku wan hilbijartin taloq kirine û dê Tebaxa 2024an werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst