Çavuşoglu: Em û Îsraîl dixwazin pêywendiyên xwe bihêz bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu,  ku bi serdanake li Îsraîlê ye ragihand ku "(Bi Îsraîlê re) Em di heman fikrê da ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derva yê Îsraîlê Yaîr Lapîd li Orşelimê piştî hevdîtinên dualî û di nava şandan de civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Mevlut Çavuşoglu got ku bi Îsraîlê re heger ew li ser rojeveke erênî bixebitin em dê bikaribin pirsgirêkan jî bi awayekî erênî binirxînin.

Çavuşoglu diyar kir bi Îsraîlê re di heman fikrê de ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin.

Wezîrê Derve yê ÎsraîlêYaîr Lapîd destnîşan kir piştî 15 salan serdana Wezîrê Derva yê Tirkiyê çêbû û got: Ne tenê di warê diplomatîk û ewlehiyê de dê pêwendiyên me yên aboriyê jî geş bibin.”

Yaîr Lapîd got ku piştî hevdîtinê bi Çavuşoglu re wan li hev kir ku ew bi hev re  (Tirkiye û Îsraîl) komîsyona aboriyê dîsa bidin destpêkirin.