Hejmara çekdarên Sûrî li Lîbya gihiştiye 10 hezar çekdaran

26-05-2020
RÛDAW
Heta niha 318 çekdarên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin
Heta niha 318 çekdarên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin
Nîşan Lîbya Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara çekdarên Sûrî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatine şandin, giheştiye 10 hezar çekdaran. Di nava wan çekdaran de, 200 çekdarên zarok ku temenê wan di navbera 16-18 salan de ye hene.

Li gor ajans û çavkaniyên navdewletî û xwecihî, hejmara çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ku ji bo Lîbyayê tên şandin zêde bûye û ew roleke mezin di şerê Lîbyayê de digerînin.

Li gor hin ajansên Sûrî, Rûsyayê jî heya niha 450 çekdarên Sûrî şandine Lîbyayê, ku di nava rojên borî de, yekem çekdar ji wan li Lîbyayê hatiye kuştin.

Dîmenê Fermandarê Feyleq el Şamê, Mihemed el-Riwêdanî yê bi navê Ebû Bekir el-Riwêdanî naskirî, ku li gor berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ew li wî welatî dîl hatiye girtin, belav bû.

Li gor Rewangeha Mafê Mirovan li Sûriyê, heya niha 10.000 çekdarên Sûrî ji grûpên cuda ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatine şandin, 500 çekdar, wekî beşa herî dawî gihaştine Lîbyayê û 3400 çekdar li serbazgehên rahênanê tên amadekirin û 200 zarok di nav çekdarên Sûrî de hene, piraniya wan ji grûpa Siltan Mûrad in.

Li gor heman amaran Heta niha 318 çekdarên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin û 18 çekdarên kuştî zarok in ku temenê wan di navbera 16-18 salan de ye.

Herwiha 450 çekdarên Sûrî ji aliyê Rûsyayê ve bo Lîbyayê hatine şandin. Çekdarên ku Rûsyayê şandine li tenişt hêzên Hefter şer dikin û her çekdareke mehane 1000 dolarî werdigire

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, bi fermandariya Xelîfe Hefter, Tirkiyê bi şandina çekdarên Opozisyona Sûriyê wekî çete bo Lîbyayê tohmetbar dike. Hikûmeta Serac a Lîbyayê Rûsyayê bi şandina çekdarên Sûrî wekî çete bo Lîbyayê tohmetbar dike.

Roja 21ê sibata 2020an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bo yekem car aşkere kir ku çekdarên opozisyona Sûriyê li Lîbyayê hene, lê heta niha Rûsyayê ti daxuyanî derbarê tohmetbarkirina wê bi şandina çekdarên sûrî bo Lîbyayê nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst