Çar Kurdên Efrînê li Stenbolê hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çar welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku xelkê herêma Efrînê ne, li bajarê Stenbolê hatine girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku 4 welatiyên Kurd ji gundê Aşkê Xerbî yê Efrînê, roja 15ê gulanê, li Tirkiyê li bajarê Stenbolê hatine girtin.

Heman rêxistinê nasnameya wan kesan bi vî awayî aşkere kiriye: Xalib Bekir 37 salî, Ednan Silêman 20 salî, Mistefa Oso 22 salî û Mistefa Weysî 25 salî.

Li gor rêxistina navborî, ew çar kes bi tohmeta pêwendiyên ligel Rêveberiya Xweser a berê li Efrînê hatine girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê diyar dike, ku ew tohmet ji aliyê gundiyekî wan ê Ereb ve li dijî wan hatiye kirin û destnîşan dike, tometbarkirina wan kesan bi hebûna peywendiyê li gel Rêveberiya Xweser a li Efrînê, bê bingeh e, ji ber ku ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve di sala 2012an de, ew her çar welatî ji herêma Efrînê derketibûn ku 3 ji wan wê demê zarok bûn.

Rêxistinê herwiha destnîşan kiriye, ku ew her çar welatiyên Kurd bi fermî di bin yasaya parastina demkî de ne û nasnameyên wan jî hene.