Kiliçdaroglu: Emê Sûriyên li Tirkiyê di nava 2 salan de vegerînin welatê wan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û berbijêrê Tifaqa Millet yê bo Serokkomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu di mîtînga partiya xwe de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê axivî û gelek soz dan dengderan, yek ji wan sozan jî vegerandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê bo welatê wan bû.

Kemal Kiliçdaroglu roja 24ê Nîsanê di mîtînga partiya xwe de ya li Qersê got, ew dê di nava 2 salan de bêyî ku nijadperestî were kirin, Koçberên Sûrî yên ku li Tirkiyê dijîn vegerînin welatê wan.

Kiliçdaroglu got: “Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim. Xwişk û birayên me yên Sûriyeyî hene, min gotibû herî dereng di nava 2 salan de, bêy ku nijadperestî were kirin, ez vê yekê dûbare dikim, bêy ku nijatperestî were kirin di nava dû salan de emê xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyî vegerînin welatê wan. ez dixwazim hûn vê yekê jî bizanibin.”