Di keştiya li Libnanê binav bûye de koçberên Kurd jî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li peravên bajarê Trablusşamê yê Libnanê keştiya 60 koçberên neyasayî tê de bûn binav bû û ji bo kesên wenda xebatên lêgerînê tên kirin. Hat zanîn ku di nav wan koçberan herî kêm 2 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê hene.

Li peravên Libnanê 23ê Nîsana 2022yan keştiyan koçberên deryasayî binav bibû.

Wezîrê Veguhestinê yê Libnanê Elî Hemiye di daxuyaniya xwe ya li ser bûyerê de diyar kir ku 45 kes ji aliyê Hêzên Deryayî yên Libnanê hatin rizgarkirin û bo bêndera Trablusşamê hatin veguhestin.

Hemiye destnîşan kir ku di bûyerê de 6 kesên xeniqî ne û xebatên lêgerînê yên ji bo 14 kesên wenda jî didomin.

Canda Mihemed Seîd ya ji Gundê Batirzan ê Çil Axe û Înas Ebdulselam Mihemed a ji Qamişlo çûne Libnanê, ji bo ku ji wê derê bi qaçaxî biçin Ewropa.

Hat zanîn ku ew jî di nava wê keştiyê de bûne û heta niha wenda ne, xwediyê wan ditirsin ku xeniqîbin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, bi dehan qurbanî hene

Xaça Sor a Lubnanê ragihand ku piştî bûyerê di keştiya binavbûyî de 60 kes hebûn. Lê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di keştiyê de herî kêm 84 kes hebûn û hejmara mirî û birîndaran jî herî kêm 30 kes in.

Serokwezîrê Lubnanê Necîbe Mikatî ragihand ku ji ber karesata keştiyê li walêt rojekê şîn hat ragihandin.