Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşt Îmaratê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya di Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî de îro Înê 25ê Adara 2022an bi serdanekê gihîşt Îmaratê.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îro hatiye belavkirin, Mesrûr Barzanî dê li Îmaratê beşdarî Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî bibe ku dê di rojên 27-28ê vê mehê de li bajarê Dubay birêve biçe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Merûr Barzanî yek ji wan kesan e ku dê di korbendê de biaxive.

Hejmareke serkirdeyên welatan û şarezayên enerjiyê beşdarî korbenda Dubay dibin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe ya bo Îmaratê de beşdarî di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de jî bike ku dê di rojên 29-30 Adarê de bihê lidarxistin.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan her sal bi beşdariya çendîn berpirs û kesayetên navdar ên cîhanê li bajarê Dubay ê Îmaratê tê sazkirin.

Biyare Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên pilebilind ên Îmaratê jî bicive.

Korbenda Enerjiya Cîhanî ya Encûmena Atlantîk korbendeke navdewletî ye û hikûmetan, sektorên pîşesaziyê û serkirdeyên bîrmend vedixwîne daku ji bo salê acendaya enerjiyê diyar bikin.

Ji bo îsal fokusa korbendê li ser dabînkirina enerjiyê û di heman demê de agahdarbûna ji kêmkirina gazên zirarder e.

Korbenda îsal şeşemîn korbend e ku tê sazkirin û têde dê behsa mijarên geopolîtîk û wan pirsgirêkan bihê kirin ku di salên bihê de rastî bazara enerjiyê tên, herwiha dê behsa pirsgirêkên taybet bi guherînên keşûhewayê û bandora wan li ser enerjiyê jî bihê kirin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê û bandora wê li ser bazara enerjiyê jî mijareke sereke ya korbendê ye.