Artêşa Îsraîlê li dijî Hemasê operasyon da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li dijî rêxistina Hemas a Felestînî ku kerta Xezeyê di jêr kontrola wê de ye, operasyon da destpêkirin.

 

Artêşa Îsraîlê ragihand, pêgehên serbazî yên rêxistina Hemasê li rojavayê kerta Xezeyê hatine biarmanckirin.

 

Di daxuyaniyekê de, Artêşa Îsraîlê daye xuyakirin, armanc ji vê operasyonê, tenê bi armancgirtina pêgeh û navendên serbazî yên Hemasê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Xezeyê jî ragihand, niha balafirên îsraîlê bajarê Xan Yûnis li kerta Xezeyê bombebaran dikin.


Artêşa Îsraîlê herwiha hejmareke zêde ya serbazên xwe şandiye ser sînorê kerta Xezeyê. 


Herwiha ji ber sedemên ewlehiyê hatinûçûna trenê di navbera bajarên Aşkelon û Sderot ên Îsraîlê de hatiye rawestandin.


Îro danê sibê ji kerta Xezeyê ve êrîşeke mûşekî bo ser axa Îsraîlê hatibû encamdan û li gor daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, di encama vê êrîşa mûşekî de 6 welatiyên Îsraîlî birîndar bûne.

 

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşa mûşekî de gefa wê yekê xwaribû ku dê bersiveke tund bide vê êrîşê.

 

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu ku niha bi serdanekê li Amerîkayê ye, li hember êrîşa mûşekî ya îro bertek nîşan dabû û gotibû, ew dê piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, dawî bi serdana xwe ya bo wî welatî bîne û vegere welatê xwe, ji bo ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşê bike.