Bakirhan ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşniyarek da Tirkiyeyê

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan banga diyaloga bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re li hikumeta Tirkiyeyê kir û got, “Hûn çima hevdtînê bi Rêveberiya Xweser re nakin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di civîna koma partiya xwe de derbarê mijarên rojevê û rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistan axivî.

“Tenê Tirkiye dewleteke statûkoyê dixwaze”

Tuncer Bakirhan amaje bi rewşa dawî ya Sûriyeyê kir û got:

“Li Sûriyê alozî û nediyarî zêde ye lê tişteke zelal heye. Sûriyeyî êdî naxwazin vegerin beriya 2011an ku ti heq û mafek tê de nebû.

Dewleta te dê biguhere lê her tiştê mayî dê wekî xwe be, ti kes vê yekê qebûl nake.

Divê di serî de Tirkiye hemû welatên navçeyê ji  vê yekê têbigihin.

“Plakayan ji bo bajarên Sûriyeyê diyar dikin”

Îro li Sûriyeyê tenê dewleteke statûkoyê dixwaze, hûn hemû texmîn dikin ku ew jî Tirkiye ye.”

Bakirhan bal kişand ser êrişên komên çekdar ên li Rojavayê Kurdistanê kir ku Tirkiye piştevaniya wan dike û got:

“Tirkiye li aliyekê dibêje divê em bi vî rûberê axê razî nebin. Bi darê di destê xwe de nexşeyan mezin dikin. Plakayan didin Mekke, Şam û cihên din.

Lê li aliyê din şerm nake û dibêje em li gel yekitiya axa Sûriyeyê ne. Ev çi nakokî ye? Kîjan rast e.

Eger hûn li gel yekitiya axa Sûriyeyê bin, hûn çima plakayanji  bo bajaran diyar dikin.

Ev jî ne bes e dibe sedem ku hêzên paramîleter ên wekî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê û çekdarên bi pere êrişî devera herî aram a Sûriyetê, Rojava bikin.”

“Aramiya herêmê tek nedin”

Bakirhan diyar kir ku Tirkiye berdewam hewl dide Rojavayê Kurdistanê wekî gefekê li ser xwe nîşan bide û got:

“Destê xwe deynin ser wijdana xwe û bibêjin ma kesekî dîtiye ku heta niha yek kevirek biçûk jî ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vê derê? Na.

Lê desthilat hewl dide tiştekî wiha nîşan bide. Em banga xwe dûbare dikin.

Bi paşeroja gelên Sûriyeyê nelîzîn. Bi Artêşa Niştîmanî ya Sûryeyê û çeteyên bi pere aramiya bakurrojhilatê Sûriyeyê têk nedin.”

“Bangên ji bo yekîtiya neteweyî girîng in”

Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku ew bangên vê dawî yên derbarê yekitiya neteweyî ya Kurdan erênî dibînin û got:

“Bi taybetî di vê pêvajoyê de yekitiya neteweyî ya gelê Kurd girîngiyeke dîrokî ye.

Divê ti kesek eşîr û partiya malbata nexwe pêşiya yekitiya neteweyeyî.

Di demekê de ku li Rojhilata Navîn rejîm hildiweşin û ji nû ve dîzayn dibe,  Kurd efû û qebûl nakin ku  Kurd bixwe sînoran ji derdor û partiya re xêz bikin û xemsar bin li beramberî ew tiştên ku bi serê Kurdan tên.

Êdî divê ti Kurdek nebe zemîn ji bo wan xeletiyên 100 sal berê hatine kirin.”

“Deriyê Sêmalkayê girtî ye?”

Bakirhan tekez kir ku ew wekî DEM Partiyê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdan amade ne her berpirsyariyeke bikeve ser milê wan bicih bînin û got:

“Şandeyeke me niha li Hewlêrê hevdîtinan dike. Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî dikarin gavên avaker bilez bên avêtin.

Di demekê de ku xelkê  Rojava di jêr gefan de ne û pêwîstiya wan  bi derman, av û xorakê heye çima Deriyê Sêmalkayê girtî ye?

Ma hinek serokên partiyên Herêma Fedaral a Kurdistanê difikirin ku Kurd pirsa vê yekê nakin?

Demildest Deriyê Sêmalkayê vekin. Yek ji astengiyên mezin ên li pêşiya yekitiya neteweyî ev e . Deriyê li pêşiya yekitiyê negirin.

Wê pirê vekin û em bi hevre wê pirê ava bikin. ”

“Dest ji tinehesibandina Kurdan berdin”

Bakirhan banga diyaloga li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê li hikumeta Tirkiyeyê kir û got:

“Bixwe naçin wê derê lê firokeyên xwe yên bê firokevan dişînin. Hûn çima hevdtîneke rûbirû li gel Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nakin.

Êdî dest ji tinehesibandina Kurdan û polîtîkayên şer berdin. Bihêlin bila mirov li wê derê di nav wê  sîstema ku ligel dînamîkên wî welatî bi keda xwe avakirine de bi aramî bijîn. ”

“Ji bo Kobaniyê dron ji bo Şamê şande”

Tuncer Bakirhan di heman demê de got:

“Ji bo Kobaniyê dron û jo bo bakurrojhilatê Sûriyeyê jî firokeyên bê firokevan dişîne lê ji bo Şamê ji bo ku pêwendiyên dîrokî û diyalogê bihêz bike şandeyan dişîne.

Di serî de AKP, ji bilî me gelek rêvebirên bilind ên partiyên din ên siyasî jî ji vê yekê nerazî ne lê ditirsin.

Di vê xaçerêya dîrokî de nevî û zarokên we vê tirsa we efû nakin. Ji bo partiya xwe jî herin Kobaniyê û bakurrojhilatê Sûriyeyê û vê yekê bêjin.

“Bila tecrîda li ser Ocalan rabe”

Bakirhan derbarê rewşa Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî got:

“Weke DEM Partî ji bo ku em 2025an bikin sala aştiyê em dê bi hev re kar bikin.

Em dê bi hev re astengiyên li pêşiya aştiyê rakin.

Herwiha têkoşîna ji bo bidawîanîna tecrîda li Îmraliyê û jinûvedestpêkirina hevdtînên li Îmraliyê yek ji bingehên baweriya me ya bi aştiyê ye.

Eger tecrîda li Îmraliyê bê rakirin dê sûdê bigihîne aştiyê û dê bibe wesîleya aştiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst