8 leşkerên din ên Îsraîlê li Xezeyê hatin kuştin

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Hemas Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku 8 efser û leşkerên wan ên din li Xezeyê hatine kuştin.

Bi vê jî hejmara giştî ya wan leşkerên doh hatine kuştin, gihişt 13an.

Çar ji wan ser bi Heftemîn Lîwaya Zirxpoş a Artêşa Îsraîlê ne ku di şerekî de li başûrê Xezeyê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn, 4 leşkerên din li naverasta Xezeyê hatine kuştin, herwiha 5ê din li navçeyên cuda yên wî bajarî "bi giranî birîndar bûne.”

Heta niha 485 leşker û efserên Îsraîlê hatine kuştin

Li gorî Artêşa Îsraîlê, ji destpêka şer û heta niha 485 leşker û efserên Îsraîlê hatine kuştin ku 158 ji wan piştî destpêkirina operasyona bejahiyê li Filistînê hatine kuştin.

Wekî Hemas behs dike, di 24 demjimêrên borî de, şer û pevçûnên herî dijwar li Kampa Cebalyayê ya li bakurê Kerta Xezeyê bûn.

“Bi çekên giran û navendî şerekî dijwar rû da”

Baskê çekdar ê Hemasê Lîwayên Qesamê îro serê sibehê li ser Telegramê ragihand ku çekdarên wan “bi çekên giran û navendî şerekî dijwar” li gel hêzên Îsraîlê dikin ku li “navçeyeke navbera Cebalya Beled û serbazgeha bakurê Kerta Xezeyê ne” .

Li gorî wê daxuyaniyê di encama van pevçûnan de wan hinek leşker kuştine û hinek jî birîndar kirine.

Yekîneyên Qudisê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî jî got, hêzên wan li Kampa Nûr Şemsê ya nêzîkî bajarê Tulkeremê bi hêzên Îsraîlê re “şerekî dijwar” kiriye.

Herwiha hat gotin ku hinek leşkerên Îsraîlê bi bombeyên vedayî kirine armanc û di encamê de “hinek tank û zirxpoşên Îsraîlê hatine têkşikandin” û hinek leşker jî hatine kuştin.

Firokeyên şer ên Îsraîl hinek deverên Xezeyê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Îsraîlê bi dirêjahiya şevê deverên cuda yên Xezeyê bombebaran kirin.

Li gorî amarên herî nû yên Tenduristiya Xezeyê, ji ber bombebaran, şer û pevçûnan herî kêm 20 hezar û 57 Filistînî hatine kuştin.

Bi kêmanî 8 hezar ji wan zarok û 6 hezar û 200 jî jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst