Tevî krîza aborî li Lubnanê amadekariyên cejna Sersalê tên kirin

24-12-2021
Mihemed Ibrahîm
Tevî krîza aborî li Lubnanê amadekariyên cejna Sersalê tên kirin
Tevî krîza aborî li Lubnanê amadekariyên cejna Sersalê tên kirin
Nîşan Cejna Sersalê Lubnan Krîza Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gel rewşa aborî ya xerab û buhabûna kelûpelan, li Beyrûta paytexta  Lubnanê bi kirîna dar û diyariyan û xemilandina kolanan, xelk pêşwaziyê li hatina cejna Sersalê dike.

Ji ber daketina nirxê Lîreyê Lubnanî her tişt li bazaran buhabûye û êdî xelk nikarin diyariyên cejna sersalê ji bo zarokên xwe bikirin, welatiyek dibêje ku gelek cûdahî dinavbera sala par û îsal de heye, lê divê mirov di cejnê de kêfa xwe bîne.

Dukandareka Lubnanî jî destnîşan kir ku xelk tenê pêdiviyên xwe yên sereke dikirin.

Dukandar Nîna got "Îsal rewşa xelkê ne baş e, ew tenê tiştên pêwîst dikirin, nimûne hersal me gelek lîstikên zarokan  difrotin, lê îsal nirxê wan bilind bûye".

Ji ber daketina nirxê Lîreya Lubnanî her tişt li bazaran buhabûye û êdî xelk nikarin diyariyên cejna sersalê jibo zarokên xwe bikirin.

Welatiyê Lubnanê Krîs Letîf diyar kir "Gelek cûdahî dinavbera sala par û îsal de heye, lê divê mirov di cejnê de kêfa xwe bîne, rewşa aborî bandor ser her tiştî kiriye tiştên taybet bi sersalê ku me berê didînin, niha nîn in, lê dîsa baş e".

Ji 2019an ve krîza aborî li Lubnanê destpê kiriye û Lîreya Lubnanî 90 % ji buhayê xwe ji dest daye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji her 5 welatiyên Lubnanê 4 kes di hejariyê de dijîn, herwiha Banka Navdewletî pêşbînî dike ku 20 sal bo Lubnanê pêwîst in daku vegere rewşa xwe ya berî 2019an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst