Hemasê dest bi berdana dîlan kir

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Dîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku 13 dîlên ku ji aliyê Hemasê ve hatin berdan radestî Misirê hatine kirin.

Piştî rêkeftina Hemas û Îsraîlê, li Xezeyê agirbestê dest pê kir.

Agirbest dê 4 rojan berdewam bike, her du alî dê dîlan biguherin û dê ji bo ku alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê rê were vekirin.

13 Îsraîliyên ku ji aliyê Hemasê ve dîl (rehîne) hatibûn girtin, li Deriyê Sînorî yê Refahê radestî Misirê hatin kirin.

Ji bilî dîlên Îsraîlî, 12 welatiyên Taylandê jî hatine berdan.

Hat ragihandin ku ew Taylandî wekî karker li Îsraîlê dixebitîn.

Dîlên Îsraîlê ji aliyê endamên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve bi ambûlansan ji Xan Yûnisa Xezeyê hatine wergirtin û ew birine Deriyê Sînorî yê Refahê.

Piştî ku dîlên Îsraîlî gihîştin Îsraîlê dê 39 Filistînî werin berdan.

Li aliyê din, Îsraîlê hîn lîsteya dilên Filistînî yên ku dê werin berdan eşkere nekiriye.

Li gorî agahiyan dê Îsraîl, dîlên Filistînî li xala kontrolê ya Beytunyayê ya nêzîkî Nexweşxaneya Oferê radestî rayedarên Filistînê bike.

Li gorî rêkeftinê, di 4 rojên agirbestê de dê 50 dîlên Îsraîlî û 150 dîlên Filistînî werin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst