Lîwayên Qesamê: Me Îsraîl mecbûrî agirbestê kir

24-11-2023
Nîşan Lîwayên Qesamê Artêşa Îrsaîlê Agirbest Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî Lîwayên Qesamê ku baskê leşkerî yê Hemasê ye artêşa Îsraîlê mecbûrî agirbestê bûye.

Li gorî Berdevkê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde, wan ji destpêka şer ve 335 tank, zirxpoş û wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê îmha kirine.

“Me Îsraîl naçar kir”

Ebû Ubeyde herwiha daxuyand ku wan ziyanên mezin ên canî û madî gihandine Îsraîlê.

Ebû Ubeyde di peyameke vîdeoyî destnîşan kir “Me Îsraîl naçar kir ku bi agirbestekê razî bibe.”

Berdevkê Lîwayên Qesamê diyar kir, wan xalên agirbestê beriya şer jî pêşniyar kiribûn lê Îsarîlê ew xal qebûl nekiribûn.

Li gorî Ebû Ubeyde, “Îsraîlê heta niha ji bilî wêrankirin, komkujî û kuştina dîlên xwe tiştek bi dest nexistiye.”

Bi gotina Berdevkê Lîwayên Qesamê, heta niha gelek leşkerên Îsraîlê li eniyên şer hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Hemas hewl dide agirbestê bi kar bîne

Li aliyê din, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku “Hemas hewl dide rêkeftina agirbestê ji bo belavkirina agahiyên derew û şerê derûnî bi kar bîne.”

“Em dê careke din şer bikin”

Hagari di konferanseke rojnamegeriyê de got, “Rêkeftin destpêka vegerandina dîlan e û piştre em dê careke din şer bikin.”

Hagari da zanîn ku ew dê 4 rojên agirbestê dîsa li xalên xwe yên kontrolê tevgera xwe bidomînin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê bal kişand ser metirsiya belavbûna şer û got, "Dibe ku her kêliyê tiştek li eniya bakur biqewime.”

Hagari herwiha destnîşan kir ku ew dê bersiveke xurt bidin her êrişa ku ji aliyê Libnanê ve were.

Piştî rêkeftina Hemas û Îsraîlê, li Xezeyê agirbestê îro dest pê kir.

Agirbest dê 4 rojan berdewam bike, her du alî dê dîlan pev biguherin û dê ji bo alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê rê were vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst