Li Xezeyê agirbestê dest pê kir

24-11-2023
Nîşan Xeze Şerê Hemas û Îsraîlê Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî rêkeftina Hemas û Îsraîlê, li Xezeyê agirbestê dest pê kir.

Agirbest dê 4 rojan berdewam bike, her du alî dê dîlan pev biguherin û dê ji bo alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê rê were vekirin.

Beriya destpêka agirbestê, li nêzîkî bajarê Sderotê yê Îsraîlê pevçûnan rû da û ji Xezeyê mûşek avêtin Îsraîlê.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Qeterê, piştî ku îro saet 07:00an agirbest dest pê bike, alikariyên mirovî dê bi rêya Deriyê Refahê derbasî Xezeyê bibin.

Li gorî rêkeftinê, dê îro 13 jin û zarokên Îsraîlî yên di destên Hemasê de demjimêr 16:00an werin berdan.

Dîl dê di bin çavdêriya Xaça Sor a Navneteweyî de werin berdan.

Rayedarên Îsraîlê dê dîlên berdayî ji Misirê derbasî Îsraîlê bikin.

Li aliyê din, Îsraîlê hîn lîsteya dilên Filistînî yê ku dê werin berdan eşkere nekiriye.

Li gorî agahiyan dê Îsraîl, dîlên Filistînî li xala kontrolê ya Beytunyayê ya nêzîkî Nexweşxaneya Oferê radestî rayedarên Filistînî bike.

Li gorî rêkeftinê, di maweyê 4 rojên agirbestê de dê 50 dîlên Îsraîlî û 150 dîlên Filistînî werin berdan.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku li Xezeyê 1,7 milyon kesan cih û warên xwe terk kirine.

Li gorî amarên ku ji Xezeyê tên, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve 14 hezar 854 Filistînî hatine kuştin.

Herwiha ji wê demê ve tevî leşkeran hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst