Milîsên tirkman: Me herdu pilot li hewa kuştin

24-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Fermandarê Lîqa 2yem a Tirkmanan Alpaslan Çelik derbarê pîlotên di balafira Rûsyayê ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî xistin de got, dema ku herdu pilot bi paraşûtê dihatin xware wan ew kuştin.

Fermandarî Tirkmanan yê bi navê Alpaslan Çelik tekez kir ku wan herdu pîlotên rûsî kuştine.

Alpaslan Çelik wiha got: “Êrişek bejayî ya bi piştevaniya Rûsyayê li dijî me hat kirin. Di wê demê de balafira şerî ya Rûsyayê êrişê me dikir berbasî sînorê Tirkiyeyê bû û hat xistin. Me herdu pîlot di dema ku bi paraşûtan dihatin xwarê kuştin. Niha parçeyej a paraşûtên wan di destê min de ye. Bila Esed û piştgirên wê hedê xwe bizanin.”

Çelik herwiha anî ziman ew dê saya bi piştgiriya gelê tirk ticaran nekevin.

Îro Tirkiyeyê balafireke şer a Rûsya li nêzîk sînorê Sûriyê xist xwarê.

 

Rûsya li hember xistina balafira wan a şer ji aliyê Tirkiyeyê ve daxuyaniyên tund dane.

 

Tirkiyeyê ragihandiye, ku balafira rûsî nêzîkî axa Tirkiyeyê bibû û piştî ku 10 caran hişyarî dabûn û balafira rûsî guh nedabû hişyariyên wan, ji aliyê artêşa Tikriyeyê ve hat xistin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst