Di roja 18emîn de bilançoya şer: Li Xezeyê 5 hezar û 791 kes hatin kuştin

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 5 hezar û 791an û hejmara birîndaran jî derket 16 hezar û 297an. 

Di nava 24 demjimêran de, li Xezeyê di encama bombebaranan de 704 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, têkildarî hejmara kesên hatine kuştin û birîndar bûne daxûyanî da.

Di daxûyaniyê de hat ragihandin ku di nav kesên hatine kuştin de 2 hezar û 360 zarok û hezar û 292 jin hene.

Herwiha hat destnîşankirin ku pergala tenduristiyê ya li Xezeyê hilweşiyaye.

Li gorî daxûyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Xezeyê, Îsraîl devereke ku nêzîkî nexweşxaneya Wefayê û sûka wargeha Penaberan a Nuseyratê bombebaran kiriye.

Hat eşkerekirin ku li her du deveran gelek mirî û birîndar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst