Serokkomarê Îsraîlê Herzog: ‘Îran û Hizbulah bi agir dilîzin’

24-10-2023
Nîşan Îsheq Herzog Emmanuel Macron Îran Hizbulah Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îsraîlê Îsheq Herzog der barê pevçûnên li ser sînorê Îsraîl û Libnanê de got, "Em geşedanên li Libnanê ji nêzîk ve dişopînîn. Ez xwedî wê baweriyê me ku Hizbulah bi agir dilîze."

Herzog li xaniyê xwe yê li Qudsa Rojavayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Serokkomarê Îsraîlê Herzog di axaftina xwe ya li vê derê de ji bo êrişên Hemasê got, "Janek hate serê me ku ji dema me welat ava kiriye ve nehatibû serê me.”

Herzog li ser dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de got, "Em dixwazin hemî dîl û girtiyên me yên di destê wan de bên berdan."

“Îran û Hizbulah bi agir dilîzin”

Herzog der barê geşedanên li ser sînorê Libnan û Îsraîlê yên van rojên dawiyê de wiha axivî:

"Em geşedanên li Libnanê ji nêzîk ve dişopînîn. Ez xwedî wê baweriyê me Hizbulah bi agir dilîze.

Ya ku piştgiriya wan dike, împaratoriya şeytanî ya Îranê ku bi şev û roj ji bo têkbirina aramiya Rojhilata Navînê û herêmê tevdigere ew jî bi êgir dilîze.

Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim: Em naxwazin li ser sînorê me yê bakur û li devereke din şer hebe.

Me giranî daye ser wêrankirina binesaziya Hemasê û vegerandina welatiyên xwe lê eger Hizbulah me bikişîne nav şer, divê bê zanîn ya ku berdêla wê bide Libnan e."

Serokkomarê Fransayê Macron diyar kir ku ew bi heyeta xwe re ji bo piştgirî û hevgirtinê li Îsraîlê ne û got, "Em hevparê êşa we ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst