Mîthat Sancar: Amadekariyên 'lîstikên nû yên şer' tên kirin

24-10-2021
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Sûriye Darvekirin Lazqiye Hema Şewat Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê amaje bi hewla dirêjkirina dema operasyonên li derveyî welat kir û got, desthilat amadekarian dike ku lîstikên şer ên nû têxe dewrê û bang li aliyên opozisyonê kir ku li dijî van `planên hikûmetê` rawestin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê bi navê “Banga Demokrasiyê” mitîngek saz kir.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, parlamenterên HDPê û berpirsên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Partiya Ked (EMEP) Partiya Avabûna Jinûve ya Sosyalîst, Partiya Komarî ya Gel(CHP), Partiya Karkeran a Tirkiye (TÎP) û Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Hikûmî (KESK) di mîtîngê de beşdar bûn.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, bi Kurdî, Tirkî û Erebî slav li xelkê kir û behsa rewşa Tirkiyê, siyaseta desthilatê û dawî pêşhatên siyasî kir.

dest bi axaftina xwe kir. Sancar got, “Ez ji ber vê coşa we spasiya we dikim. Va HDP, va xelk, em li vir in. Kî çi dike bila bike, bila pêştir li vir binêre. Dema hesaban li ser HDPê dikin bila li meydanan binêrin. Bila li van çavan, li van dilan binêrin. HDP xelk e, HDP li her derê ye. Di çarçoveya kampanyaya  Em HDP ne, li her derê ne.”

Hevserokê HDPê got, “Ez ji ber vê coşa we spasiya we dikim. Va HDP, va xelk, em li vir in. Kî çi dike bila bike, bila pêştir li vir binêre. Dema hesaban li ser HDPê dikin bila li meydanan binêrin. Bila li van çavan, li van dilan binêrin. HDP xelk e, HDP li her derê ye. Di kampanyaya `Em HDP ne, li her derê ne` bi mehan li derên welêt berdewam kir. Em bi we û rûspiyan re hatin ba hev. Bi saziyên sivîl re hatin ba hev. Li ser nêrînên we ku wergirtin me di lijneyên xwe de niqaş kir. Di 27ê Îlonê de me deklarasyona xwe eşkere kir. Me ragihand ku dê çawa aşitî, demokrasî û edalet were welêt. Em dîsa li meydanan e, li qada ne. Ji ber ku em gel in, em partiya gel û gelan in. Em bi gelê xwe re dimeşin.”

Mîthat Sancar, amaje bi daxuyaniya balyozên 10 welatan a ji bo azadkirina Osman Kavala kir û got, “Divê Tirkiyê biryarên Dadgeha Ewropa cibicî bike. 10 balyozan jî gotine biryara Dadgeha Ewropa cîbicî bikin û Osman Kavala berdin. Tirkiyê îmze daye ji bo cîbicîkirina biryarên Dadgeha Ewropa. Dadgeh û desthilata Tirkiyê neçare biryarên Dadgeha Ewropa cîbicî bike. Pêwîst e Osman Kavala û Selahattin Demirtaş bên berdan. Ji ber ku ew, ne bi biryara dadgehê, bi biryara Koşkê di hundir de ne. Ew ne girtiyên hiqûqê ne, rehîneyên siyasî ne.”

Hevserokê HDPê bal kişand ser rewşa aborî ya Tirkiyê û got, “Di her warî de çavkaniya krîzê desthilat e. Ew jê re dibêjin,  dewlemendbûna misteke alîgiran û hejarbûna bi milyonan e. Ev ne krîz lê sîstema şêlandin û talanê ye. Divê Banka Navendî eşkere bike ka berî bilindbûna dirav, kê bi 100 hezaran dolar wergirtin û dewlemend bûn? Eger em bixwazin ev kedxwarî bi dawî bê, pêdiviya me bi aştî û demokrasiyê heye.”

Mîthat Sancar, desthilata li Tirkiyê wek “rejîmeke dîktator” binav kir û li gel daxwazkirina berdana Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala û hemû girtiyên siyasî, got, ev rejîm “ji me ji hevrêyên me ditirse. Em dê sîstemeke dadperwerane bînin ku hemû hevrêyên me, rewşenbîr, rojnamevan,  azad bimînin. Ew roj nêzîk in. Ne ji mafê ti kesî ye ji hevalên me re bêje terorîst.”

Hevserokê HDPê amaje bi rêzbendiya serweriya hiqûqê kir ku Tirkiye di nav 139 welatan de di rêza 117mîn de cih digire û got, “Em dê dawî li împaratoriya tawanê bînin. Em dê aştiyê bînin vî welatî. Tişta ku dê tundûtûjiyê ji holê rake, hevbeşiya gelan e, hevkariya bihêz e. Hûn nikarin Kurdan û Elewiyan bixapînin. Herî baş ew rûyê we yê rast dizanin. Azadî û welatîtiya yeksan a ji bo hemû gelan rêya me ronî dike. Em dê aştiyê wiha bînin.”

Hevserokê HDPê bang li opozisyonê jî kir û got, “desthilat amadekariyan dike lîstikên nû yên şer têxe dewrê. Roja Sêşemê tezkera Iraq-Sûriyê dê li parlamentoyê bikeve ber dengdanê. Em bang li hemû raya giştî û opartiyên opozisyonê dikin, em dizanin haya we ji vê lîstikê heye. Werin vê carê wêrek bin. Em hemû bi hev re li dijî vê tezkerê rawestin û lîstikên şer xerab bikin. Divê em di pirsa Kurd de rêya çareseriya demokratîk vekin. Budceya ku bo şer tê veqetandin, bila bo kedkaran bê veqetandin. Li Koşkê 6 balafir hene, lê balafirek bo vemirandina agir nîn e, em dê wan balafiran bifiroşin û pêdiviya xelkê werbigirin.”

Herwiha Mîthat Sancar amadebûna xwe partiya xwe ji bo giftugoya li gel hemû aliyan ragihand û tekez kir, “Em dixwazin destê xwe dirêjî kesên dûrî xwe jî bikin û destên wan bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst