Beyrût - Keşeyê Kurd: Nêzikî 300 penaberên Kurd li dêrê dimînin

Hewlêr (Rûdaw) - Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen got, "Ji ber bombebaranên Îsraîlê heta niha 8-9 Kurdên me li Libnanê canê xwe ji dest daye."

Îsraîl başûrê Libnanê û Beyrûtê bi tundî bomberan dike û şer her ku diçe gurtir dibe.

Di êrişên Îsrîalê de li Libnanê herî kêm16 koçberên ji Sûriye Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen ku li dêreke Beyrûta paytexta Libnanê keşetiyê dike beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa penaberên Kurd ên li Libnanê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û dagirkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek penaberên Kurd berê xwe dabû Libnanê.

Nêzikî 300 penaberên Kurd li dêrê dimînin

Keşeyê Kurd Nîhad Hesen diyar kir ku penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê yên li başûrê Libnanê dijîn ji ber êrişên Îsraîlê koçî Beyrûtê kiriye.

Her wiha Nîhad Hesen da zanîn ji ber ku cihekî ku pê de herin tune wan nêzikî 300 penaberên Kurd li dêrê kiriye mêvan.

Keşeyê Kurd diyar kir ku niha li Libnanê rewş gelekî xerab e û ew di rewşeke gelekî zehmet de derbas dibin.

"Îro ew wext e ku divê em Kurd li kêleka hev bisekinin"

Nîhad Hesen ragihand ku niha dibistan vebûnê lê ji ber bombebaranan zarok ji xwendinê bê par mane.

Keşeyê Kurd Nîhad Hesen bi rêya Rûdawê bang kir û got:

“Xwediyên barhilgiran zarok be mezin be ji bo serê mirovê 100 dolarî dixwazin.

Ev êşa me ye. Îro ew wext e ku divê em Kurd li kêleka hev bisekinin.

Eger Efrîn azad bibe ez dê berî her kesî herim Efrînê, herim Serê Kaniyê.

Yên li vê derê hemû ji Efrîn û Kobaniyê ne. Divê em bi xwe herin."

"Partiyên Kurd li pey hesabên biçûk in"

Li aliyê din, Nîhad Hesen rexne li partiyên Kurd jî girtin û amaje bi wê yekê kir ku partiyên Kurd li pey hesabên biçûk in û got:

"Tenê di dema hilbijartinan de dibêjin ev miletê me ye lê wekî din kes qêrîna zarokan nabihîze. Îro miletê min bindest e.

Îro miletê me ketiye tengasiyê. Ez dibêjem kerem bikin werin em destê xwe bidin destê hev û em bi hev re vî miletî derxin"

"8-9 Kurd hatine kuştin"

Nîhad Hesen da zanîn ku heta niha 8-9 penaberên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye lê ew hejmara birîndaran nizanin.