Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 Efrînî jî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl başûrê Libnanê û Beyrûtê bi tundî bomberan dike û 3 kurdên Efrînê yên li başûrê Libnanê di wan êrişan de hatin kuştin.

Şer û pevçûnên Îsraîl û Hizbulaha Libnanê tundir dibin. Di êrîşên Îsrîalê de li Libnanê 16 koçberên Sûriyeyê hatine kuştin hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên li ber destê Rûdawê ku ji başûrê Libnanê wergirtine, di êrişên roja duşemê, de 3 welatiyên Kurd ku xelkê Efrînê bûn di êrişan de hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan, yek ji wan kesê hatiye kuştin zarok e.

Ji ber şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê bi sedan malbatên Libnanî berê xwe dan Sûriyeyê.

Piraniya wan malbata direvine navçeyên parêzgeha Humis û gundewarên Şam û Tertosê.

Sînorê hevbeş yê Sûriye Libnanê 375 kîlometre ye, gelek deriyên sînorî jî di navbera her du welatan de hene.

Êrîşên asmanî yên berfireh ên artêşa Îsraîlê li tevahiya herêmên başûrê Libnanê bûne sedema koçberiya bi komî.

Di nava koçberan de bi sedan welatiyên Rojayê Kurdistanê hene ku li wan herêman kar dikirin.

Endamê Encûmena Navendî ya Tevgera Avakirinê ku bi xwe li Libnanê koçber e, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa koçberên Kurd kir.

“Her kes berê xwe dide cihekî”

Ebdulkerîm Dilo ji Rûdawê re wiha got:

“Bi hezaran penaberên Kurd û penaberên Sûriyeyî li herêmê hene.

Xelk ji ber êrişan derdikevin û diherin û nizanin bê ka dê bi ku de herin.

Jiyana penaberan zehmet e, her kes ji xwe re bi derekê de diçe.

Ew kesên ku nas û merivên wan hene diçin cem wan.

Kirêya xaniyan biha ye, heta niha 13 Sûriyeyî ji ber êrişan mirine. Di nava wan de kal û pîr û zarok jî hene.”

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çalakvan Mistefa Şêxo ji başûrê Libnanê wergirtine, roja duşemê, 3 welatiyên Kurdên  ji herêma Efrînê di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan jinek mêrek û zarokek di wê êrişê de hatine kuştin.

Çi bûbû?

Artêşa Îsraîlê ji doh serê sibehê ve gelek caran êrişî Libnanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand îro li ser êrişan daxuyaniyek belav kir ku di êrişên Îsraîlê de hejmara kuştiyan derketiye 558an ku di nav wan de 50 zarok û 95 jin hene.

Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişan de hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîrsa Ebiyez da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran kes ji başûrê Libnanê ber bi bakurê wî welatî ve koç dikin.