Fermandarekî Lîwayên Qesamê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Qesamê ragihand ku fermandarekî wan li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Baskê leşkerî yê Hemasê Lîwayên Qesamê li ser kuştina wî fermandarê xwe daxuyaniyek belav kir.

Lîwayên Qesamê ragihand ku şeva borî di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de fermandarekî wan ê bi navê Huseyîn Mehmud en-Nadir hatiye kuştin.

Her wiha Lîwayên Qesamê da zanîn ku Huseyîn Mehmud en-Nadir li bajarokê Cedîde Mercaiyûnê yê li Başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Li aliyê din, Lîwayên Qesamê pêşstir ragihandibû wan ji Libnanê 40 mûşek avêtine Îsraîlê.