Li Libnanê hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara Libnaniyên ku di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin gihişt 558 kesan.

Artêşa Îsraîlê ji doh serê sibehê ve gelek caran êrişî Libnanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de hejmara kuştiyan derketiye 558an ku di nav wan de 50 zarok û 95 jin hene.

Her wiha Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişan de hezar û 835 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîrsa Ebiyez jî da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran kes ji başûrê Libnanê ber bi bakurê wî welatî ve koç dikin.

Li aliyê din, Wezareta Perwerdeyê ya Libnanê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê li welêt perwerde hatiye rawestandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Libnanê jî ragihand ku ji bo welatiyên ji ber êrişên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûnê dê dibistan wekî stargeh bên bikaranîn.