Şerê Îsraîl û Hizbulahê gur dibe: Durzî di nava agir de mane

24-09-2024
RÛDAW
Girê Colanê tenê 12 kîlometreyan dûrî başûrê Libnanê ye / Wêne: Ji dîmenan
Girê Colanê tenê 12 kîlometreyan dûrî başûrê Libnanê ye / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Girê Colanê Îsraîl Hizbulah Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Durziyên Girên Colanê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de gelekî bi tirs in û ew nizanin ji ber şer dê çi bê serê wan.

Girê Colanê tenê 12 kîlometreyan dûrî başûrê Libnanê ye.

Li bajarokê Mecdel Şemsê yê Girê Colanê ku dikeve bakurê Îsraîlê, meha borî ji ber ketina roketekê 12 kesan canê xwe dabû û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Piraniya xelkê wê herêmê Durzî ne.

Durziyên Colanê ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê gelekî bi tirs û dilgiran in.

"Rewş gelekî zehmet e”

Niştecihê Mecdel Şemsê Hail Sefedî got:

"Rewş gelekî zehmet e. Ji 8ê Çiriya Pêşîn a par ve, heta niha bombebarana ber bi Îsraîlê ve ranewestiyaye.

Ji devera Menareyê heta Girên Colanê, em li herêmeke sînorî ne ku gelekî metirsîdar e."

Durzî dibêjin piştî bûyerên 17, 18 û 19ê vê mehê yên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de û gefên Serokê Hizbulahê Hesen Nesrulah ên li dijî Îsraîlê ew ketine rewşeke derûnî ya xirab.

"Derûniya xelkê xirab bûye”

Pîşekar Danial Rada jî got:

"Xelk westiyaye û derûniya xelkê xirab bûye. Rewşa aborî li Girên Colanê xirab e.

Em li vir nêzîkî 20 hezar kesî ne û hemû dinalin. Banka alîkariya me nakin, dewlet di warê bacan de piştîvaniyê nake, em gelek bacan didin.

Em di rewşeke metirsîdar de dijîn. Ji sedî 90î xelkê Girên olanê ji ber dilgiranî û xeman heta demjimêr 3-4ê sibehê ranaze.”

Girê Colanê 5ê Hezîrana 1967ê ket bin kontrola Îsraîlê.

Îsraîlê sala 1981ê Girê Colanê wekî beşeke ji erdnigariya xwe ragihand.

Li gorî biryarên bi hejmarên 242 û 497an ên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî divê Îsraîl ji Colanê vekişe û radestî Sûriyeyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst