Serokkomarê Îranê bi Kurdî axivîbû: ‘Pêwendiyên Îraq û Îranê guherîn’

24-09-2024
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Kurdî Axaftin Pêwendî Îraq Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mûsa Elîzade Tibatibayî got, “Axaftina Serokkomar a bi Kurdî qedera pêwendiyên Îran û Îraqê guhert.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan 11ê Îlonê Bexdayê ji Rûdawê re bi Kurdî gotibû:

“Em silavan li gelê Kurdistanê dikin. Em di xizmeta wan de ne. Em dê biaxivin, bernameya me heye em herin wê derê.

Pêwendiyên me û Kurdistanê baş in û bi îzna Xwedê em dê baştir bikin.”

Mesûd Pizîşkiyan paşê civîna xwe ya bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re jî bi Kurdî kir.

Berpirsê Dosyeya Îraqê yê Wezareta Karên Derve ya Îranê Mûsa Elîzade Tibatibayî axaftina Pizîşkiyan a bi Kurdî nirxand.

Mûsa Elîzade Tibatibayî da zanîn, “Ziyareta Pizîşkiyan a Îraqê yek ji serdanên herî serkeftî yên dîplomatîk ên serokkomarên Îranê bû.”

“Axaftina bi Kurdî xwezaya pêwendiyên her du welatan guhert”

Mûsa Elîzade diyar kir ku axaftina Pizîşkiyan a bi Kurdî Pêwendiyên Îraq û Îranê guhertine û wiha got:

“Pozîsyona Pizîşkiyan û axaftina wî ya bi Kurdî xwezaya pêwendiyên her du welatan guhert.

Vê serdanê bi xwe re hinek bipêşketin anîn ku bi salan çêdibin.

Pizîşkiyan bi Kurdî bersiv da nûçegihanê Rûdawê û vê yekê li seranserê Îraqê û bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê deng veda.

Tewr kanalên ku başbûna pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê bi wan ne xweş e jî cih da vê yekê û wan Kurdiya Pizîşkiyan wergerand Farisî û bi rêya ekranên xwe serwîs kir.”

“Me pêşwazîkirineke wiha nedîtiye”

Mûsa Elîzade Tibatibayî diyar kir ku Pizîşkiyan li Hewlêrê bi awayekî taybet hatiye pêşwazîkirin û got:

“Gelek wêneyên Pizîşkiyan û pankartên bi Kurdî, Erebî û Farisî hebûn.

Alayan Kurdistan, Îran û Îraqê li kêleka hev bûn.

Me nedîtiye ku serokên dewletan li Herêma Kurdistanê bi vî awayî hatine pêşwazîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst