Îsraîl êrişî Libnanê dike: Hejmara kuştiyan bû 492

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de hejmara kuştiyan bû 492.

Îsraîlê duh ji serê sibehê çend caran êrişî Libnanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de hejmara kuştiyan derketiye 492yan ku 35 ji wan zarok in.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişan de hezar û 645 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîrsa Ebiyez jî da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran kes ji başûrê Libnanê ber bi bakurê wî welatî ve koç dikin.

Artêşa Îsraîlê jî da zanîn ku wan duh hezar û 600 cihên Hizbulahê yên li Libnanê bombebaran kirine.

"Şerê me bi çekdarên Hizbulahê re ye"

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ji welatiyên Libnanî xwest ku ji navendên Hizbulahê dûr kevin û got:

“Şerê me li gel welatiyên sivîl yên Libnanê nîne, şerê me bi çekdarên Hizbulahê re ye.”

Li aliyê din, Hizbulahê îro ragihand ku wan bi mûşekên Fadî 1 û Fadî 2 êrişî navendên leşkerî yên Îsraîlê kiriye.