Îsraîlê çeperên Hemasê yên li Xezeyê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke artêşa Îsraîlê xaleke leşkerî ya Hemasê ya li Xezeyê bombebaran kir.

Li nêzikê sînorê Xezeyê, droneke Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrişî xalekeke leşkerî ya Hamasê kir.

Artêşa Îsraîlê di derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û êriş piştrast kir.

Artêşa Îsraîlê got. “Droneke artêşa Îsraîlê xaleke leşkerî ya Hemasê ya li nêzî cihê pevçûnên tund bombebaran kir.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku “ji herêma ku alozî derketiye, hêzên leşkerî yên nêzî têla ewlehiyê ya li ser sînorê Xezeyê hatine gulebarankirin.”

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî da zanin ku hêzên Îsraîlê gule li xwepêşanderên Filistînî reşandine û 4 kes birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê kesên ku birîndar bûne rakirine nexweşxaneyan.

Xwepêşandanên Filistîniyan ên li Xezeyê ji bo protestokirina êrişa Cihûyên fanatîk ên li ser Mescîda Eqsayê di roja 7emîn de berdewam kir.

Heta niha Hemasê li ser êrişa Îsraîlê ti daxuyaniyek nedaye.