'Lubnan di xerabtirîn rewşê re derbas dibe'

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nerîna hemû çavdêr û pisporên peywendîdar, niha Lubnan di xerabtirîn rewş de derbas dibe. Hemû sektorên pîşesazî, bazirganî û geştyarî ji ber krîza darayî dinalînin, bêkarî û hejarî li her cih û malekê li vî welatî di asta herî bilind serî hildane.

Mihemed Şemsedîn, lêkolînvan, dibêje, “Derfetên kar kêm bûne, aborî bi rêjeya %50 daketiye, asta bêkariyê bi rêjeya %35 bilind bûye, ev yek bû sedema girtina 12 hezar saziyên pîşesazî, bazirganî, hotel û geştyarî.”

Herwiha Corona jî bi ser de hat, kir ku rewş zû ber bi herrifandinê de biçe. Pizîşkên Lubnanê bi şiyanên li ber dest û kêm şerê vê nexweşiyê dikin, ji ber krîza darayî nexweşxaneyên Lubnanê nikarin derman û amûrên pêwîst bikiririn, tenê wek pêwîst %30ê vaksîn gehiştine Lubnanê.

Dr. Îman Shankiti, nûnera WHO, dibêje, “Krîza zêde tevlihev a niha bandoreke mezin li sîstema tendirustiaya Lubnanê kiriye. Kêmbûna çavdêriya tendirustî, kêmbûna şiyanan, zehmetbûna bidestxistin û başbûna kuwalîta tendirustî, bûne gef li ser berdewambûna sîstema tendirustiyê û şiyana xwersagirriya vê sîstemê, ev jî ji ber krîza darayî û krîza sotemeniyê ye. Niha piraniya nexweşxaneyan bi rêjeya %50 tenê kar dikin, tenê derfet û kar bo rewşên rizgarkirina jiyanê li nexweşxaneyan heye.”

Ji aliyê xwe ve, Tedros Adhanom, Rêveberê giştî yê Tendirustiya Cîhanî ragihand, ku Lubnan di krîzeke siyasî, aborî û tendirustî zêde mezin re derbas dibe, ji ber jî hezar pizîşk û 1500 peristaran welatê xwe bicîh hiştine, hevdem Ehmed Munezirî rêveberê herêma Rojhilata Navîn ser bi Tendirustiya Cîhanî ve ragihand, ku sîstema tendirustiyê li Lubnanê di herrifandinê de ye, di dema ku %55ê xelkê vî welatî di bin hêla hejariyê de dijîn.