Parlamenterê CHPyê şertê '3 zarokan' xwest: Bila bên dersînorkirin

24-08-2023
Nîşan Mahmut Tanal CHP Riha Koçber Zarok Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê Mahmut Tanal got, “Divê her koçberê ku ji 3 zarokan zêdetir çêbike bê dersînor kirin.”

Parlamenterê Rihayê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mahmut Tanal ragihand hejmara zarokên Sûriyeyî yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji dayik bûne milyonek derbas kiriye.

Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê zêdebûna hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir.

Riha, parêzgeha sêyem e

Parêzgeha Rihayê, piştî Stenbolê bi 317 hezar û 716 koçberên Sûriyeyî parêzgeha sêyem e ku herî zêde Sûriyeyî lê bi cih bûne.

Tanal di peyama xwe de bal kişand ser rêjeya ji dayikbûnên di nav koçberên Sûriyeyî de yên li Riha, seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

“Hejmara wan milyonek derbas kiriye”

 Parlamenterê Rihayê yê CHPyê got:

"Hejmara zarokên Sûriyeyî yên ku nû ji dayik dibin ji mêj ve ye milyonek derbas kiriye.

Bi jidayikbûnê mafê welatîbûnê werdigirin. Divê her koçberê ku ji 3 zarokan zêdetir çêbike bê dersînorkirin.”

Mahmut Tanal herwiha amaje bi wê yekê da ku eger partiya wî bihatana desthilatê dê wan hemû koçberên Sûriyeyî vegerandibana welatên wan.

“Her roj rûbirûyî hev dibin”

Tanal anî zimên ku AK Partiyê xwestiye Sûriyeyî bimînin û got:

“Desthilata AKPyê ji bo Sûriyeyî li Tirkiyeyê bimînin çi ji destê wê hat kir.

Hevsengiya demografîk û hevsengiyên din, di berjewendiya koçberên Sûriyeyî û di zerera welatiyên Tirkiyeyê de ye.

Her roj li bajarên me welatiyên Tirkiyeyê û koçberên Sûriyeyî rûbirûyî hev dibin.”

“Divê yên ku ji 3 zarokan zêdetir çêbikin bên dersînorkirin”

Tanalê CHPyî herwiha got ku Sûriyeyî ti fêdeyê nagihînin Tirkiyeyê û berdewam kir:

 “Yên ku ji welatê xwe reviyane û welatê xwe neparastiye ti sûdê nagihînin Tirkiyeyê.

Divê em ji bo koçberan polîtîkaya sînordarkirina 3 jidayikbûnan cîbicî bikin.

Divê ew koçberên ku ji 3 zarokan zêdetir çêbikin bên dersînorkirin.”

4 milyon û 843 hezar koçber hene

Li gorî amarên ku roja sêşemê hatine belavkirin, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 4 milyon û 843 hezar û 594 koçber hene.

Ji vê hejmarê 3 milyon û 307 hezar û 882 kes koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Milyonek û 243 hezar û 423 koçberan jî mafê niştecihbûnê wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst