Bi rêya Hewlêrê 664 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çûn Hecê

24-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Bi rêya Hewlêrê 664 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çûn Hecê
Bi rêya Hewlêrê 664 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çûn Hecê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 664 heciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihiştine Siûdî û heca xwe dikin. Berpirsên Grûpa Ritac El-Keebe ji ragihand ku rewşa heciyên bi wan re gelekî baş e û piştî 4-5 rojan ku çend ew dê vegerin Hewlêrê.

Roja Înê 16yê vê meha Hezîranê, 326 haciyên Rojavayê Kurdistanê û sûriyê ji Hewlêrê çûne Erebistana Siûdiyê ji bo Hecê.  Piştre roja Yekşemê 18yê heman mehê, 167 haciyên din ji wan, ji Hewlêrê derketin Hecê.

Hat zanîn ku rewşa haciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, îsal baş e.

Serokê Grûpa Ritac El-Keibe ya Heciyan Hecî Ebdul Îlah Keleş, ku heciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birine Hecê, ji Rûdawê re ragihand ku di dema 4 - 5 rojan de, çend nerîtên Hecê li pêş wan hene, ew dê wan biserî bikin û piştre ji Erebistana Siûdiyê vegerin, Hewlêrê.

Serokê grûpa Ritac El-Keibe ji Rûdawê re tekez dike ku rewş û tendirustiya heciyên bi wan re gelekî baş e û amadekariyê ji bo Roja Erefatê re dikin.  Di heman çarçoveyê de, spasiya wan hemû aliyan dike ku bi wan re alîkar bûn ji bo haciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bi xweşî bigihêjin Hecê.

Li gor berpirsê grûpa Ritac El-Keibe, Ebdul-Îlah Keleş, hejmara haciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi tevayî, îsal 664 hecî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî / Arşîv

Li Pakistanê 16 leşker hatin kuştin

Artêşa Rizgariya Belûçistanê (BLA) li Belûçistanê çalakiyên leşkerî li dar dixe û dixwaze ku Belûçistan ji Pakistanê veqete