Efxanistan - Şerê Talîban û hikûmetê û vekişîna Amerîkayê

24-06-2021
RÛDAW
Li gel Talîbanê grûpên din ên çekdar jî çêbûne
Li gel Talîbanê grûpên din ên çekdar jî çêbûne
Nîşan Efxanistan Talîban Amerîka Kunduz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa bajarê Kunduz ê li bakur rojhilatê Efxanistanê bi tevahî aloz bûye, ji sînorê bajêr ve dengê teqeyan tê, artêşa Efxanistan û Talîban rûbirûyê hev bûne.

Di dema kêmî sê mehên pêş de Amerîka û Hêzên Hevpeyman hêzên xwe bi tevahî vedikşînin û hikûmeta Efxanistanê divê asayîşa welat dabîn bike.

Lê di dema çend rojên derbasbûyî de Talîbanê dest daniye ser navçeyên derdora vî bajarî, ku ya herî girîng Bendera Şîrxan e li sînorê Tacekîstanê. Niha şer Zaa Khail germ e ku çend kilometer dûrî navenda bajêr e.

Niştecihekî Kunduzê bi navê Ebdulrehîm, dibêje, “Li Kunduzê rewş gelekî xirab e, ji tiştekî nepiştrast in, hejmareke zêde ya birîndaran li nexweşxaneyan in. Diçim Zaa Khail û malbata xwe ji wê derê derdixim û dibim cihekî silamet.”

Neteweyên Yekbûyî jî derbarê rewşa xirab de hişyariyê dide.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî Bo Efxanistanê Deborah Lyons, dibêje, “Naverasta Nîsanê dema biryara vekişîna hêzên navdewletî hat dayîn, tevlîheviyek di sîstema siyasî û civakî ya Efxanistanê de çêkir. Biryara vekişînê çaverêkirî bû, lê vekişîna bi wê lez û bezê nedihat çaverêkirin.”

Li gor zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, ji 370 yekeyên îdarî yên Efxanistanê 50 yeke ji destpêka meha Gulanê ve ketine destê Talîbanê, Talîban bi xwe dibêjin dest danîne ser 80 yekeyên îdarî. Hikûmeta Efxanistanê jî hest bi metirsiyekê kiriye.

Wezîrê Derve yê Afganîstanê Mihemed Henîf Etmar, dibêje, “Bêguman ev ne ew encam e ku piştî 20 sal ji qurbanî û xwînrijîn bikaribin qebûl bikin. Hevkarî û qurbaniyên civaka navdewletî bilind dinirxînin ên di dema borî de, lê em dixwazin berdewam bin ligel hevbeşên navdewletî û herêman daku nehêlin qurbaniyên me belaş biçin.”

Ligel metirsiyan, Amerîka pêdagir e li ser vekişandina serbazê herî dawî di 11ê Îlona îsal de. Rewş bo hikûmeta Efxanistanê ne cîhgir e û ligel Talîbanê, grûpên din ên çekdar çêbûne. Grûpa Sengurî li başûrê wî welatî yek ji wan e, cil û berg û şêwazê şerkirina wan nêzîkê Talîbanê ye. Carna wek wan jî cilan li xwe dikin.

Ew grûp sala 2015an ji aliyê Fermandarê Berê yê Artêşê Ebdulcebar Qehreman ve hatiye damezrandin, ku di 2018an de ji aliyê Talîbanê ve hat kuştin.

Destpêkê erkê wê grûpê ku hejmara wan nêzîkî 1000 çekdar dibe, ew bû endamên wê bikaribin bi awayekî bikevin nav Talîbanê daku çalakiyên Talîbanê kêm bikin.Lewra artêşa Efxanistanê û Hêzên Hevpeyman hevkariya wan dikirin û rahênan bi wan dikirin. Niha ji başûr ve rûbirûyê Talîbanê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst