Fewzî Herîrî: Pêwendiyên me û Îmaratê qedîm in

24-05-2024
Fewzî Herîrî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Fewzî Herîrî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fewzî Herîrî Nêçîrvan Barzanî Îmarat Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê qedîm in û serdana Nêçîrvan Barzanî gelekî girîng e.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan Li Ebu Dabiyê civiyan.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî jî di nava şandeya Herêma Kurdistanê de ye.

Fewzî Herîrî li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îmaratê ji Rûdawê re axivî.

Fewzî Herîrî diyar kir ku ew serdan di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de ye.

 “Pêwendiyên me û Îmaratê yên gelek salan in”

Fewzîr Herîrî behsa pêwendiyên bihêz ên Hewlêr û Îmaratê kir û wiha got:

“Îmarat gelekî girîngiyê dide Îraqê û bi taybetî jî gelekî giringiyê dide Herêma Kurdistanê, pêwendiyên me û Îmaratê yên gelek salên dûr û dirêj in. Ne pêwendiyên niha ne.

Konsolê Îmaratê yê Hewlêrê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelekî baş dixebite.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê gelekî baş in û zû bi zû Îmarat Serokê Herêma Kurdistanê vedihewîne Îmaratê li ser gelek pirsan di navbera her du serokan de şêwir tên kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyên bihêz e.

Hem li navxweyiya Îraqê, hem li nava Herêma Kurdistanê roleke wî ya bihêz heye.

Serdanên Serokê Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêka budceyê, serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Îranê ev hemû girîng in û ji bo îstiqrara Herêma Kurdistanê û pêwendiyên van babetan bi hevdû re heye.

Serokê Îmaratê gelekî giringiyê dide wê tevgera Serokê Herêma Kurdistanê û piştgiriyê dide Serokê Herêma Kurdistanê.

Îmarat bi taybetî di warê aborî de gelek piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.”

Fewzî Herîrî di berdewamiya axaftina xwe jî de da zanîn ku divê kar li ser wê yekê bê kirin ku nûnertiya Herêma Kurdistanê li Îmaratê jî were vekirin.

Li gorî gotina Fewzî Herîrî, nêrînên Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê yên li ser pirsgirêkên herêmê jî wekî hevdû ne û her du serok her ji çend mehan carekê li ser pirsgirêkên herêmê bi hev dişêwirin.

“Kêfxweş im ku min hevalê xwe dîtiye”

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser civîna bi Mihemed Bin Zayd Al Nehyan re peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de amaje bi naveroka civîne kir û got:

"Ez kêfxweş bûm careke din li Ebu Dabiyê bi hevalê xwe cenabê Şêx Mihemed Bin Zayd Al Nahyan re civiyam.

Me behsa pêşhatên li herêmê, bihêztirkrina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îmaratê re û çend babetên din kir.

Herêma Kurdistanê pêwendiyên bihêz yên bi Îmaratê wekî serbilindiyê dibîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst