Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan li Ebu Dabiya payexta Îmaratê civiyan.

Piştî ku Al Nehyan, Nêçîrvan Barzanî bi awayekî germ pêşwazî kir civîna wan dest pê kir.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îmaratê ji Rûdawê re axivî.

“Dê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be”

Fewzî Herîrî destnîşan kir ku pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî yên bi lîderên welatan re xurt in û got:

“Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li ser aloziyên li herêmê hevnêrîn in.

Ev serdana Barzanî dê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.”