Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan civiyan

24-05-2024
Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Bin Zayd Al Nehyan Abu Dabî Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan li Ebu Dabiya payexta Îmaratê civiyan.

Piştî ku Al Nehyan, Nêçîrvan Barzanî bi awayekî germ pêşwazî kir civîna wan dest pê kir.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îmaratê ji Rûdawê re axivî.

“Dê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be”

Fewzî Herîrî destnîşan kir ku pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî yên bi lîderên welatan re xurt in û got:

“Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li ser aloziyên li herêmê hevnêrîn in.

Ev serdana Barzanî dê di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst