VÎDEOWALL - Bi amar û zanyariyan milîsên Îranê yên li Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya bêhtirî 10 grûpên çekdar, Îranê deriyê Bûkemal li Dêrezorê di navbera Iraq û Sûriyê de kontrol kiriye.

Çekdarên wan milîsan li tevahiya garzêgeha Dêrezorê cih girtine. Bi vê yekê jî, Îranê rêyeke bejahî ji Tehranê heta Şam û Beyrûtê ji bo xwe vekiriye. Di vê grafîkê de, grûpên sereke yên ser bi Îranê têne diyar kirin.

Milîsên Îranê li Parêzgeha Dêrezorê:

Pasdarên Îranê:  Bi hezaran çekdar û şêwirdarên serbazî hene, lê Îran dibêje tenê şêwirmendên wan hene.

Milîsên Şîe yên Îraqî: Ketîbeyên Hizbullah, Ketîbeyên Bedir, û Tevgera el-Nûcebaa

Hizbullaha Libnanî:  Bihêztirîn hêza serbazî ye ku, li Sûriyê Îran piştgiriya wan dike

Lîwaya Fatimyûn a Efxanî û Lîwaya Zeynebiyûn a Pakistanî

Hejmara wan li Dêrezorê derdora 2.500 çekdar e

Hêzên Berevaniya Xwecihî

Îranê ew ji parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrezorê bi çek kirine. Hejmara wan derdora 50 hezar çekdar in.

Ji wan li Dêrezorê Lîwaya el-Baqir, Bergiriya Îslamî, Ceyş el-Mihdî û Lîwaya el-Îmam el-Mihdî hene