Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya bêhtirî 10 grûpên çekdar, Îranê deriyê Bûkemal li Dêrezorê di navbera Iraq û Sûriyê de kontrol kiriye.
Çekdarên wan milîsan li tevahiya garzêgeha Dêrezorê cih girtine. Bi vê yekê jî, Îranê rêyeke bejahî ji Tehranê heta Şam û Beyrûtê ji bo xwe vekiriye. Di vê grafîkê de, grûpên sereke yên ser bi Îranê têne diyar kirin.
Milîsên Îranê li Parêzgeha Dêrezorê:
Pasdarên Îranê: Bi hezaran çekdar û şêwirdarên serbazî hene, lê Îran dibêje tenê şêwirmendên wan hene.
Milîsên Şîe yên Îraqî: Ketîbeyên Hizbullah, Ketîbeyên Bedir, û Tevgera el-Nûcebaa
Hizbullaha Libnanî: Bihêztirîn hêza serbazî ye ku, li Sûriyê Îran piştgiriya wan dike
Lîwaya Fatimyûn a Efxanî û Lîwaya Zeynebiyûn a Pakistanî
Hejmara wan li Dêrezorê derdora 2.500 çekdar e
Hêzên Berevaniya Xwecihî
Îranê ew ji parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrezorê bi çek kirine. Hejmara wan derdora 50 hezar çekdar in.
Ji wan li Dêrezorê Lîwaya el-Baqir, Bergiriya Îslamî, Ceyş el-Mihdî û Lîwaya el-Îmam el-Mihdî hene
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse