Îsraîl li Hemas da

24-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Îro serê sibehê hêzên Artêşa Îsraîlê avahiyeke Tevgera Hemas li bakurê Xezayê topbaran kirin.

Li gor zaniyariyan, topbarana Îsraîlê piştî wê yekê pêk hat ku 2 rokêt ji Kerta Xezayê ber bi gundên Îsraîlê yên li nêzîkî Kertê ve, hatin avêtin.

Hat ragihand ku di encama topbaran û avêtina rokêtan de ti ziyanên canî li herdu aliyan çênebûne.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku rokêtek ji Kerta Xezayê li başûrê Îsraîlê ketibû bê ku ti ziyanên wê hebin.

Sala borî Artêşa Îsraîlê êrişeke berfereh li Kerta Xezayê pêk anî ku 50 rojan berdewam kiribû û di encam de zêdetirî 2 hezar û 200 kes li aliyê Filestînê û 73 kes li aliyê Îsraîlê hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst