Şêwirmendê Erdogan: Tirkiye dê ji Sûriyê derkeve

Navenda Nûçeyan – Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik ragihand, piştî bi dest xistina armancên weke derxistina YPGê ji Minbicê û paqijkirina Reqayê ji DAIŞê, dê Artêşa Tirkiyê ji Sûriyê derkeve.

 

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Îlnur Çevik ji televîzyona Russia Today (RT) re axiviye û diyar kiriye, armanca Tirkiyê ne ew e ku beşek ji axa Sûriyê kontrol bike, belku armanca Tirkiyê şerê li dijî DAIŞê û derxitina wan ji Sûriyê ye.

 

Herwiha Çevik da xuyakirin, ku piştî bi dest xistina wê armancê û nemana DAIŞê, Tirkiye êdî dê li nav axa Sûriyê nemîne. Cevik di vê bareyê de got: “Piştî ku DAIŞ were derxistin û bi awayekî giştî herêm ewle bibe, dê Tirkiye li wê derê nemîne.”

 

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê destnîşan kiriye, Tirkiye dikare Reqayê ji DAIŞê paqij bike û gotiye: “Hêza Tirkiyê têra vê yekê dike.”

 

Di mijara pêkanîna “herêmên ewle” li Reqayê de, Çevik amaje bi wê yekê kiriye, planeke Tirkiyê ji bo pêkanîna“herêmên ewle” li Reqayê nîne û diyar kiriye, jixwe deverên ku ji DAIŞê hatine paqijkirin hene û “herêmên ewle” li wan deran bi xwe çêdibein.

 

Şêwirmendê Erdogan, Îlnur Çevik li ser mijara hebûna YPGê li herêma Minbicê jî axivî û got, ew dixwazin YPG ji Minbicê derkeve û tekez kir, eger ku hêzên YPGê ji Minbicê dernekevin, dibe ku bi zorê werin derxistin.

 

Herwiha Çevik diyar kir, gumanên wî li ser şiyana YPGê heye ku bikaribe Reqayê ji destê DAIŞê derxîne û diyar kir: “Em dibînin tevî ku çekên wan ên Amerîkayê hene, hêza wan ne ew qas pir e. Li Reqayê (li herêmê) 75000 çekdarên DAIŞê hene. Ev hêzeke mezin e.”

 

Çevik destnîşan kir, tenê welatên bihêz ên weke Rûsya û Tirkiye dikarin DAIŞê ji wir derxin.

 

Weke din Îlnur Çevik aşkere kir, ku Amerîka di pêvajoya çareseriya Sûriyê de xwe dûr xistiye û got: “Washington, xwe ji pêvajoya çareseriya Sûriyê dûr xist. Lê eger Serokê Amerîkayê Donald Trum bixwaze vê rewşê biguherîne û bi Serokê Rûsyayê Putin û bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re rûnê ser masê, kesek dê îtîrazê neke.”