Artêşa Tirkiyê: El-Bab di bin kontrolê de ye

24-02-2017
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Sûriye El-Bab Artêşa Azad a Sûriyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ragihand, ku hêzên wan îro bajarê El-Babê kontrol kirine.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê aşkere kir, di çarçoveya “Operasyonên Mertala Firatê” de bi temamî 230 tax û 1925 kîlometre çargoşe xistine bin kontrola xwe.

 

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, ku ew êdî gihîştine armanca xwe û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ew serkevtin di bin siya wan leşkeran de pêk hatiye, ku ji destpêka operasyonê ve heta roja kontrolkirinê jiyana xwe ji dest dane.

 

Herwiha Cerablus jî di çarçoveya “Operasyona Mertala Firatê” de 25ê Tebaxa 2016an de bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê, ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad ve hatibû kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst