Li Erebîstana Siûdiyê yekemîn firoşgeha alkolê vedibe

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erebîstana Siûdiyê Alkol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Riyadê ya Erebîstana Siûdiyê, yekemîn firoşgeha alkolê vedibe.

Tenê dîplomatên nemisilman dikarin ji firoştgehê alkol bikirin.

Li gorî zanyariyan û belgeyan, divê bikir li ser bernameyeke telefonê qeyda xwe çêbikin û divê ji Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê koda destûrê bigirin.

Herwiha sînorê kirîna alkolê jî hatiye diyarkirin. Pêwîst e bikir li gorî vê kotayê tevgerin.

Gelo dê koçber jî bikarin biçin firoşgehê?

Li gorî belgeya ku Reutersê bi dest xistiye, dê firoştgeha alkolê li herêma ku dîplomat û balyoz lê ne vebe.

Herwiha Reutersê diyar kir ku Misilman dikarin bi awayekî “sînordar” alkolê bistînin.

Hîn jî ne diyar e ka koçberên din ên nemisilman ên li welêt dijîn, dê karibin biçin firoşgehê yan na.

Li Erebîstana Siûdiyê, bi milyonan biyanî dijîn. Piraniya karkeran Misilmanên ji welatên Asya û Misirê ne.

Li gorî Euronewsê çavkaniyeke ku şarezayê planê ye, dê firoşgeha alkolê hefteyên li pêşiya me were vekirin.

Cezayê vexwarina alkolê hat guherîn

Li Erebîstana Siûdiyê li dijî bikaranîna alkolê, cezayê bi sedan qemçî, dersînorkirin, cezayê pere û girtîgehê tê dayîn.

Kesên biyanî jî bi cezayê dersînorkirinê re rû bi rû ne.

Lê belê di çarçoveya reformên demên dawî de, li cihê cezayê qamçiyê, cezayê girtîgehê yê giran tê dayîn.

Li Siûdiyê alkol tenê bi rêya postaya dîplomatîk an jî li bazara reş tê bidestxistin.

Rêveberiya Riyadê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.

Erebîstana Siûdiyê li gorî şerîatê tê birêvebirin û vexwarina alkolê lê heram e.

Pêngava navborî ya di çarçoveya hewlên geştyarî û bazirganiyê de ji bo Şehzadeyê Welîehd Mihemed bin Selman wekî qonaxekê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst