Amerîkayê bo rûbirûbûna Îranê 20 hezar serbaz şandine Rojhilata Navîn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber zêdebûna asta êriş û gefên Îranê, maweyekî zêdetir ji 8 meh e, Amerîka serbazan dişîne welatên li Rojhilata Navîn. Li gor ajansa Associated Press, di vê heyamê de zêdetir ji 20 hezar serbazên Amerîkî ji bo Rojhilata Navîn hatine şandin.

Tevî soza Donald Trump, Serokê Amerîkayê bo vegerandina serbazên Amerîkî bo welatê wan, General Frank McKenzie, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, hêzên vê dawiyê bo ‘maweyeke kêm’ çûne navçeyê.

McKenzie ji serbazên Amerîkayê re got, “Hûn li vir in li ser daxwaz min, piştrast nînim mana we çend dirêj dikêşe, dibe maweyekî kurt û kêmtir ji wî maweyî be, lêbelê niha nizanim.”

Li gor zanyariyên wê ajansa navbirî, hejmara hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn ji meha Gulana 2019an, ji nêzikî 60 hezar serbazan bo zêdetir ji 80 hezar serbazan zêdetir bûye. Ev jî tevî wê ye ku Serokê Amerîkayê du car soz dabû  ku ew dê hêzên Amerîkî vegerînin welatê wan û dawî li şer bînin.

Êrişa mûşekî ya Îranê di 08.01.2020an de bo ser du binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê, hander bû ji bo Amerîkayê bo şandina hêzên zêdetir, General Frank McKenzie, derbarê êrişên Îranê de ji rojnamevanan de re ragihand, “Îran metirsiyeke gelek rasteqîn e, di wê baweriyê de me ji ber bersivdayîna me ve niha herî kêm rêgirî lê hatiye kirin.”

McKenzie êrişa sala derbasbûyî  ya hêzên nêzikî Îranî bo ser Siûdiyê weke ‘cihê matmayînê’ bi nav kir û got jî, hêzên ser bi Îranê ve hîn jî metirsî ne.

General McKenzie amaje bi wê jî kir di gotara xwe ya bo serbazên Amerîkî de, “Xwendina Îranê gelek dijwar e, ez vê rastiyê dibêjim ku pirs bo maweyekê aram bûne û ev jî nayê wê wateyê ku ber bi baştir ve biçin.”

Li gor ajansa Associated Press hejmara hêzên Amerîkayê li welatên Rojhilata Navîn, li Kuwêtê 16 hezar, li Behreyn 13 hezar, li Efxanistanê 13 hezar, li Qeterê 13 hezar, li Iraqê, 6 hezar, li Kendava Fars 6 hezar, li Îmaratê 5 hezar, li Deryaya Sor 4 hezar, li Urdinê 3 hezarî li Siûdiyê 3 hezar, li Sûriyê 700 û li Omanê 600 serbazên Amerîkayê hene.

Frank McKenzie, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, behsa wê jî kir ku li gel Mark Esper, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê gotûbêj li ser asta metirsî û gefên li Rojhilata Navîn kirine.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî diyar kiriye, “Hejmareke sînordar ji dolar û serbazan hene, ji ber wê yekê divê min zanîba ku baştirîn cih ku der e ku lê danin! Di maweyê rabirdibû de, min ew gotibû ku ez dixwazim an wan hêzan vegerînim bo Amerîkayê û bo jî amadebûna xwe biselimînin an jî hêzên din belav bikin.”

Frank McKenzie derbarê keştiya Cengî de ji serbazên Amerîkayê de ragihand, “Divê hûn amade bin, ji ber ku dibe karekî demkurt bispêr im û bişînim bo hinek erkên gelek dijwar.”

Di heyama derbasbûyî de û bi taybetî piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran ve, girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê gihiştine lûtkeya bi şêweyek ku rasterast êrişî hev bikin.