Behreyn: Em dixwazin pêwendiyên xwe li gel Kurdistanê pêş bixin
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Behreynê Şêx Xalid bin Ehmed Al Xelîfe, Kurdistanê ji bo welatê xwe giring dibîne û dibêje ku ew dixwazin li Behreynê pêşwaziya Kurdan bikin.
Şêx Xalid bin Ehmed Al Xelîfe di çarçoveya Korbenda Aboriyê ya Davosê de li ser pêwendiyên welatê Behreynê yên li gel Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Iraq, bi taybetî jî Kurdistana Iraqê ji bo Behreynê gelek giring e, em dixwazin pêwendiyên xwe pêşve bixin.”
Wezîrê Derve yê Behreynê aşkere kir: “Gelek pêwendiyên bazirganiyê yên Behreynê li gel Iraq û Kurdistanê hene, em dixwazin zêdetir bikin, herwiha em dixwazin li Behreynê pêşwaziya birayên xwe yên Kurd bikin da ku em li pey derfetên ji bo sûda her du aliyan bigerin.”
Li ser pirsa “gelo asayîkirina pêwendiyên Bexda û Hewlêrê çi qas giring e?” Şêx Xalid bin Ehmed Al Xelîfe diyar kir: “Ev pêwendiyên navxweyî yê wî welatî ne, ez nikarim bersiva vê pirsê bidim, Davos gelek giring e, yek ji wan tiştên giring ew bû ku li vir em birayên xwe yên Kurd û gelên din dibînin, ev tişt ji bo wê yekê giring e ku em guh bidin gelên din û bizanin ka em bi xwe çi dibêjin.”