ENKS û PWKyê rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke ENKSyê li Stenbolê PWK ziyaret kir û wan rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Şandeyeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) doh li Stenbolê nûneratîya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Stenbolê ziyaret kir.
Şandeya ENKSyê ji Berpirsê ENKSyê yê Tirkiyeyê Muslum Mihemed û Rêvebirê PDK-Syê Şivan Cezîrî pêk hatibû.
Endamê Komîteya Birêvebir PWKyê Kasim Ergun, Nûnerê PWKyê yê Stanbolê Cengîz Gungor û rêvebirên PWKyê şandeya ENKSyê pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya PWKyê şandeyên her du aliyan, rûdanên vê dawiyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê agahdarî, bîr û bawerîyên xwe bi hev re parve kirin.
Di daxuyaniya PWKyê de hat gotn ku her du şandeyan girîngiya hişmendî û siyaseteke neteweyî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê anîn ziman.