Li Siûdiyê bo cara yekem dara Krîsmasê bi eşkere tê firotin

23-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serê salê nêzîk dibe û li piraniya welatên cîhanê amadekariyên sînordar têne kirin. Vê carê li Sûdiyê ku firotina dara Krîsmasê qedexe bû, niha bi awayekî aşkere tê firotin û xelk dikare cilên Baba Noel jî li xwe bikin. Mihemed Bin Selman, piştî ku wek cihnişînê Siûdiyê hate destnîşankirin, dest bi gelek guhertinan di warê yasa, bingeh û nerîtên Siûdiyan de kir.

Dara Krîsmasê û ciwankariya ahengên serê salê niha li weltekî bi eşkerayî tê firotin, ku hukmê Quraanê dike û berê lê qedexe bû.

Bazara keresteyên ciwankariya serê salê li Siûdiyê hatiye vekirin, di nav wan de dara Krîsmasê, cilên Baba Nuil tên firotin ku berê hêla sor bûn.

Di vê çarçoveyê de bazara Haluwin germ bûye ku helkefteke rojavayî ye û di keltura Kiristiyanan de cihekî taybet heye.

Ev yek di demekê de ye, ku gelek cihên pîroz ên ola Îslamê weke Mekke, Medîne û mezarê pêxember û xelîfeyên Îslamê li Erebistana Siûdiyê ne.

Umer-dikandarekî Siûdî dibêje: “Îsal em dikarin ciwankariyê bo helkeftên cuda wek Haluwin û Krîsmasê peyda bikin, em dikarin hemû keresteyan peyda bikin, kirryarên me ji hemû çîn û neteweyanin, hemû ahenga serê salê tevdigerînin. Li nav wan de Siûdî, Libnanî û xelkê biyanî hene, hinek ji wan Îtalî ne, ku li kompanyayan kar dikin, ew zêde dilxweşin ku wan li dikanên me dibînin.”

Vekirina bazara Krîsmasê û ciwankarî berî 3ê salan di xeyalê ti kesî de nebû, ciwankariyên serê salê bi nihênî  dihatin hawirdekirn, û aheng jî bi nihênî dihatin kirin.

Îsal Siûdî û biyanî pêkve xwe bo helkefta serê salê made kirine.

Welatiyekî Siûdî dibêje: “Qet min pêşbînî nedikir, ez şok bûm dema min dar dît, heta nirix jî guncavin, dema hatim min ciwankarî û dara Krîsmasê dît bi rastî bo min tiştekî cuda bû, min ji vê fikrê hez kir,  û zêdetir min xemil naskirin.”

Mihemed bin Selman, piştî wek cihnişînê Siûdiyê hate destnîşankirin, dest bi hijmareke guhertinan di yasa, bingeh û dabûnerîtên Siûdiyan de kir, ku berê li ba wan qedexe bûn.

Şahzadeyê Siûdiyê bend û girêkên olî kêmtir kirine, maf daye jinan ku li nav welat bigirin, û di lîstikên footbolê de amade bibin û şufêriyê jî bikin.

Tevî wan guhertinên olî û kulturî ku Şahzadeyê cihnişînê Siûdiyê kirine, lê li gor raporta dawî ya Wezareta Derve ya Amrîkayê ya derbarê azadiya olî de ku di destpêka meha Kanûna îsal de hatiye belavkirin, Siûdiye hêj jî di nav lîsteya reş a wan welatan de cih digire, ku azadiya olî binpê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst