LIBNAN - Xortekî Efrînî di êrişa Îsraîlê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî Efrînî yê bi navê Îdrîs Mihemed Xelîl di bomberana Îsraîlê ya li Libnanê de hat kuştin.

Çalakvanê mafê mirovan ê ji Efrînê Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku temenê wî ciwanê ku ji ber êrişê canê xwe ji dest daye 20 sal e.

Li gorî gotina Mistefa Şêxo, ew roja înê, saet 15:30an di encama bombebarana balafirên Îsraîlê yên li el-Xaziyê yê li nêzîkî bajarê Seydayê hatiye kuştin.

Îsraîl ji 20ê Îlonê ve bi tundî êrişî başûr û rojhilatê Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşek û dronan êrişî axa Îsraîlê dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 560 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê derbasî nava axa Sûriyeyê bûne û şerê Îsraîl û Hizbulahê bandorê li milyonek û 450 hezar kesî kiriye.

NYyê her wiha eşkere kir ku 400 hezar koçberên Sûriyeyî yên ji ber şerê navxwe çûbûn Libnanê dîsa vegeriyane welatê xwe.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê zêdetirî 20 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê jî li Libnanê bûne û ew jî vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê heta niha 250 welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Îsraîlê li Libnanê canê xwe ji dest daye û 240 kes jî birîndar bûne.