Li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 14 hezar û 500î

23-11-2023
Nîşan Îsarîl Hemas Xeze Êriş Kuştî Zarok Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatin kuştin derket 14 hezar û 532yan.

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezeyê, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de, li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên nû dan.

Li gorî vê daxuyaniyê, ji sedî 69ê kesên ku ji 7ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê hatin kuştin jin û zarok in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li Xezeyê tenê di rojekê de 404 kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan derketiye 14 hezar û 532yan.

Herwiha hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 6 hezar zarok û 4 hezar jin hatine kuştin.

Dîsa amaje pê hat kirin ku 7 hezar kes jî winda ne.

Li gorî heman daxuyaniyê, li Xezeyê di 47 rojan de 205 xebatkarên tenduristiyê, 25 peywirdarên parastina sivîlan û 64 rojnameger hatine kuştin.

Hat ragihandin ku hejmara birîndaran ji 35 hezaran derbas bûye ku ji sedî 75ê wan jin û zarok in.

Li aliyê din, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ku êrişa Hemasê dest pê kiribû tevî leşkeran herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst