Urdin daxwaz dike ku bi Sûriyê re dest bi peywendiyên siyasî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Urdinê bi awayekî fermî nameyek ji wezîrekî hikûmeta Sûriyê re şand û tê de hatiye daxwazkirin ku li Emmanê civînek di navbera herdû wezîrên veguhastinê yên Urdin û Sûriyê de bê sazkirin.

 

Li gorî wê nameya fermî, ku ji aliyê Wezîrê Veguhastinê yê Urdinê Welîd Mihyêdîn El-Mesrî ve hatiye şandin, tê de daxwazê ji Wezîrê Veguhastinê yê Hikûmeta Sûriyê Elî Hemûd El-Ekrem dike, ku serdana paytexta Urdinê bike, da ku bi hev re bicivin û kompaniya veguhastina bejahî ya hevbeş careke din aktîv bikin.

 

Di hefteya derbasbûyî de jî, şandeke parlamenterên Urdinê serdana Şamê kiribû û bi serokê Sûriyê Beşar Esed re civiyabû, di wê civînê de, Esed gotibû ku ev şerê ku li Sûriyê berdewam dike, êrîşeke li ser tevahiya neteweya Ereb e.